Ewren Tarî Behîce
Yazarlar: Muhtullah Dağ
Behîce û zarokên malê yên din, tu carî li hemberî dayik û bavê xwe dengê xwe dernedixistin. Lê dayik û bavê wan hîç xwe ji pirsgirêkên zarokan re berpirsiyar nedidîtin. Jixwe bavê Behîcê mirovekî serhişk bû û her tişt bi gotina xwe dikir. Tu rexne qebûl nedikirin. Gelek zarokên wî hebûn. (çardeh zarok, pênc kur û neh keç) Yên ji Behîcê mezintir zewicîbûn. Çar zarokên ji Behîcê biçûktir jî, hê temenê wan gelek biçûk bûn. Ya herî biçûk dergûşa li ber bistanan bû. Di malbatê de, zarokên keç zêde nedihatin hebandin. Bavê Behîcê lawên xwe ji her aliyî ve diparastin, lê zêde guh nedida keçan. Jixwe biryara xwe girtibû ku di sala pêş de êdî Behîcê neşîne dibistanê. Di gund de wek her kesî, wî jî dixwest keça xwe gavek zûtir bide mêr.
Künye
- Baskı tarihi
- Kasım 2026
- Sayfa
- 164
- Cilt
- Amerikan kapak + gömlek
- Kâğıt
- Kitap kâğıdı
- Ağırlık
- 380 gr
- Orijinal adı
- Ewren Tarî Behîce
- Orijinal dili
- Kürtçe (Kurmancî)
- Yaş grubu
- Genç yetişkin
- Yayın yönetmeni
- Leyla Mihrinaz Engin
- ISBN
- 978-625-90606-8-2
- Baskı adedi
- 100
